Ji ber erdheja li bajarê Xarpêtê 31 kesan jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê ku erdhej lê çêbûbû, lêgerina li kesên di bin xirbeyan de mane didome. Saziya Rewşa Lezgîn a Tirkiyê AFAD’ê ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 31 kes.

Bîlançoya kesên ku di erdheja Xarpêtê de jiyana xwe ji dest dane bilind bû.

Serokê Saziya Rewşa Lezgîn a Tirkiyê AFAD’ê Mehmet Gulluoglu ragihand ku heta niha li bajarê Xarpêtê û Malatî 31 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdeyî hezar 556 kes jî birîndar bûne.

Gulluoglu da zanîn ku heta niha 45 kes ji bin xirbeyan hatine derxistin û xebatên lêgerînê heta nihajî didomin.

Her wiha diyar kir ku ji ber rewşa giran ya birîndaran, metirsî heye ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibe.

HDP’ê jî ragihand ku wan komîteyek şandiye cihê bûyerê da ku bi kesên zirer dîtine re alîkar bin.

Her wiha TEV-DEM’ê jî sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdheja re xwest û bang li rêxistinên navneteweyî yên mirovî kir ku alîkariyê, pêşkêş bikin.

Back to top button