Civka Îslamî ya Kurdistanê ji bo erdheja li Xarpêtê dest bi kampanyaya alîkariyê kir.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku ji bo mexdûrên erdhejê ew ê kampaniyek alîkariyê ava bike.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got:
Divê dost û hevalên me tev li kampanya alîkariyê bibin û destê xwe yê alîkariyê dirêjî van mirovan bikin.
Alîkarî hemû wê bi navbeynkariya navenda me bigihîjin mexdûran û wê li mizgeft û navendên me bi berdêla fîşan bê komkirin.