Tala Yunis: Rêveberiya Xweser piştgiriya madeyên sereke dike

Ji bo rê li pêşiya aloziya aborî were giretin Rêveberiya Xweser komîteyek ji pisporên aboriyê û rêveberan ava kir. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê Talat Yunis diyar kir ku ev komîte wê di demek nêz de dest bi kar bike.

Sûriye di krîzek aborî re derbas dibe.

Ev kriz bandorê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî jî dike.

Di demên dawî de lîreya Sûriyê beramberî dolar daket.

Bi armanca çarersiya aloziya aborî ku herêm tê re derbas dibe, Rêveberiya Xweser komîteyek ji pisporên aborî ava kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê Talat Yunis derbarê mijarê de axivî .

Tala Yunis: Komîte wê rê li pêşiya keysbzkirina bazarê bigire

Talat Yunis diyar kir ku ji bo rê li pêşiya keysbazkirina bazarê were girtin, rêveberiyê gelek biryarên nû derbarê şopandina Komîteya Temwînê de standine.

Tala Yunis: Komîte wê di demeke nêz de dest bi kar bike

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê Talat Yunis destnîşan kir ku komîteya pisporên aborî , wê di demeke nêz de dest bi kar û xebata xwe bike.

Back to top button