Bi hezaran kes serdana konê sersaxiyê ya ji bo Apê Yûsiv Gulo û neviyên wî kirin

Îro bi hezaran welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên saziyên Rêveberiya xweser serdana konê sersaxiyê ya ji bo Apê Yûsiv Gulo û neviyên wî Mihemed û Mazlûm hatiye danîn, kirin.
Li bin konê sersaxiyê gelek kes axivîn û sersaxî ji malbata Gulo re xwestin. Her wiha bêdengiya dewletên garantor ya li hemnberî êrişên dewleta Tirk jî hat şermezar kirin.

Îro bi hezaran welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser serdana konê sersaxiyê ya malbata şehîd Yûsiv Gulo û her du neviyên wî Mihemed û Mazlûm yên di êrişa li Qmişloyê de şehîd bûbûn kirin.

Di merasîma serasaxiyê de, gelek kes ji endamên saziyên Rêveberiya Xweser axivîn.

Hesen Koçer: Armanca dewleta Tirk ji êrişan şikandina vîna gel e

Ji nav kesên ku axivîn, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer, ku di axaftina xwe de diyar kir dewleta Tirk bi van êrîşên xwe dixwaze vîna gelê herêmê bişkîne û armanc wê qirkirina gelê herêmê ye.

Hesen Koçer bang aliyên siyasî kir ku helwesta xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk û êrişa li dijî malbata Gulo nîşan bidin û da zanîn helwesta hemû hêzan, hêzeke dide şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Koçer bal kişand li ser danûstandinên bi Hikûmeta Şamê jî re û got, şerta wan a di danûstandina bi hikûmeta re de naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) e .

Ebdilkerîm Omer: Êrişên dewleta Tirk rê li pêşiya zindîbûna DAIŞ’ê vedike

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser Omer Ebdilkerîm jî di merasîmê de axivî û diyar kir ku dîroka dewleta Tirk li ser qirkirina gelan hatiye avakirin.

Ebdilkerîm Omer diyar kir bêdengiya dewletên garantor rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk vedike û dewleta Tirk bi êrişên xwe rê li zindîbûna Daiş’ê vedike.

Hikmet Hebîb: Dewleta Tirk bi êrişan dixwaze armanca xwe pêk bîne

Heverokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb jî di merasîma sersaxiyê de axivî û got,

dewleta Tirk ku bi piştdayîna komên terorîst nekarîbû projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, niha bi riya şerê taybet û hedefgirtina kesayetên welatparêz dixwaze armanca xwe bighîne serî.

Fermandarê hêzên Asayîşê yê bajarê Qamişlo Şiyar Ehmed jî di merasîmê de axivî û got, “ji ber Kurd riya fikir û baweriya şehîdên xwe dişopînin, dagirkeriya Tirk nekarîbû armanca xwe ya qirkirna kurdan pêk bîne.”

Endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê Ayid Ibrahîm jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew ê destkeftiyên şehîdan biparêzin û li ser xeta welatparêziyê ya malbata Gulo a berxwedêr bimeşin.

Ibrahîm Gulo: Em hêvî dikin şehadeta Yûsiv gulo rê li pêşiya yekîtiya Kurdî veke

Bi navê malbata her 3 şehîdan jî birayê şehîd Yûsiv Gulo Ibrahîm Gulo axivî û hêvî kir ku şehadeta Yûsiv Gulo rê li pêşiya yekrêziya mala kurdî re veke, ji ber têkoşîna wî ji bo hemû gelê Kurdistanê bû.

ENKS: Êrişa li dijî malbata Gulo kiryarekî terorîst e

Di nava kesên ku serdana konê sersaxiyê kir jî şandeyek ji Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hebû.

Bi navê şandeyê sekreterê Partiya Wekhevî ya Demokat a Kurd li Sûriyê û endamê desteya serokatiya ENKS`ê Nimet Dawûd axivî.

Nimet Dawûd di destpêkê de sersaxî ji malbata Gulo re xwest û êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî malbatê şermezar kir.

Nimet Dawûd got: “Bi navê ENKS`ê em vê kiryara terorîst û tirsonak a li dijî vê malbata welatparêz şermezar dikin.”

Back to top button