Li Amedê gel heta serê Sibehê li derve bû

Bi hezaran kes di binê kavilan de li benda xelaskirinê ne.
Li aliyê din, bi milyonan kes ji ber tirsa erdhejek nû li derve şeva xwe derbas kirin.
Derbas kirin lê çawa derbaskirin.
Welatiyan got, ew bi tenê hatine hiştin.

Li vir şev hîn sartir e.

Şev direng diçe û seqemê xwe berdaye nava çanê wan.

Ev der bajarê Amed yê Bakurê Kurdistanê ye.

Piştî erdheja li navçeya Bazarcix a Mereşê ku duh li pey hev bi pileya 7,7 û 7,6 pêk hat, yek ji bajarên bandor bûyî Amed bû.

Şêniyên bajêr ên pêdiviyên wan nehatin pêşwazîkirin neçar man ku heta serê sibê li derve û di wesayîtên xwe de bimînin.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li kavilên 7 avahiyên li bajêr bi temamî hilweşiyan e dewam dikin.

Rayedarên ku “pêşniyar” dikin welatî li malên xwe nemînin tu pêdiviyên welatiyan pêşwazî nekirin.

Ji ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan ên di bin rêveberiya qeyûman de nekarîn xizmeta pêwîst bidin gel, gel neçar ma ku şevê li kolanê, li cihê vala yê nêzî malên xwe yan jî di wesayîtên xwe de derbas bike.

Welatiyên ku hewl dan li dor agirê ku pêxistin heta serê sibê li ser pêyan bimînin, diyar kirin ku tu xizmetên cemaweriyê nagirin û bertek nîşanî rayedar û desthilatê dan.

Meletî: Em bi tenê hatine hiştin

Li bajarê Meletiyê jî rewş heman bû.

Meletî di erdhejê de bi tenê hatiye hiştin.

Duh danê sibehê Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay daxuyandibû ku li bajêr 45 kes jiyana xwe ji dest dane û 550 kes birîndar bûne û zêdetirî 300 avahî hilweşiyane.

Li navçeya Çermiktiyê ku herî zêde xisar ji erdhejê dîtiye, hêrseke zêde li dijî rejîmê hebû.

Gel got:

“AFAD li ku ye?

Tîmên lêgerîn-rizgarkirnê yên tên herêmê jî li gorî çi despêkê ji kîjan avahiyê despê dikin nayê zanîn.

Ev yek jî dihêle ku hêrsa gel hîn zêdetir bibe.

Li aliyekê xebatên derxistina ji bin kavilan têne kirin.

Li aliyê din, welatiyên li ber agir hewil didin heta siharê li ber xwe bidin tê dîtin.

Dimenên li herêm derdikevin, asta bêçaretiya gel dide nîşandan.

Piştî şeva despêkê hêviya herî mezin a gelê Meletiyê, destên xwe yên ku dewlet negirtî germ bikin û bi silametî bigihên sibehê.

Back to top button