Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku hejmara kesên ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan bi 8 qatî dikare zêde bibe.
Rayedara payebilind a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya ji Ewropayê Berpirsyar Catherine Smallwood da zanîn ku metirsiya çêbûna erdhejê her diçe girantir dibe û got:
Mixabin di her erdheja ku çêdibe heman tiştî dibînin.
Hejmara mirovên jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin di hefteyên pêş de dê zêdetir bibin.
Catherine diyar kir ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê metirsiya li herêmê wê girantir bibe.