Nirxandinên Rêber Apo derbarê komploya navnetewî de

Rêber Abdullah Ocalan armancên komploya li dijî xwe nirxandibû û gotibû:” Armanca Komploya navnetewî tesfiyekirina tevgera azadiyê bû, Komplo bi destê gelek dewletên navnetewî pêk hat, ji bo aştiya civakî jî hewldanên aştiyê gelekî girîng e”.

Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navneteweyî hat girtiin.

Ev nêzî du salan e jî qet agahî jê nayê girtin.

Di parêznameyên xwe de Rêber Ocalan balê dikşîne ser sedem û armancên komployê.

“Armanca komplo tasfiyekirina tevgera azadiyê bû”

Rêber Abdullah Ocalan bi tespîta xwe ya “Tê dîtin ku komplo bi giştî li ser xeta şerê Rojhilat-Rojava pêk tê” xala destpêkê ya komployê nîşan dide.

Siyaseta Yewnanîstanê, weke zarokê xerab û tundrewê Rojava, her tim xwestiye ku min di rewşeke bê prensîb de, wekî yê tenê zirarê dide nîşan bide. Berovajî vê yekê, gava dît ku têkiliya min dê zirarê bide wan, dudilî nebû ku min bavêje nav agir.

“Komplo bi destê gelek dewletên navnetewî û bi zanebûn pêk hat”

Rêber Ocalan diyar dike ku yên ku talîmata esas dide Tirkiyê ku ji bo wî bînin Tiriyê, DYA û ligel vê hêzên din in û wiha dirêjî dayê:

Di komployê de bi qasî berjewendiyên aborî yên çandî jî divê li ber çavan bên girtin. Der barê kesayeta min de diyar bû ku demek dirêje şopandinê dikin. Ji zûde biryar dane ku ez li dijî mentalîteya wa me. Min xwe di atmosferek wisa de dît. Ev atmosfer jî bi zanebûn hatiye afirandin.

Di dewama nirxandina xwe de Rêber APO got:

Min di pirsgirêka Kurd de çareseriyek ferz dikir. Wan jî ev pirsgirêk her tim wek koz destê xwe de digirt. Çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo wan hîna dema wê nehatiye. Heta hesabên xwe bi Îran, Iraq û Tirkiyê re bikin xuyaye wê koza Kurd bi destê xwe de bigiririn. Ev ji bo Kurdan tê wateya polîtîka ‘ne bimre ne jî bimîne’.Ev nêzîkatiye çavsore.

“Ji bo aştiya civakî hewldanên aştiyê gelek girîngin”

Rêber Abdullah Ocalan sedemeke din ya komployê ku bi komployê hat radestkirin wiha bi lêv dike:

Di radestkirinê de armanca herî mezin tasfiyekirina tevgera Azadiya Kurd û serokatiya wan e. Her şerek aştiya wê heye û ji bo aştiya civakî hewldanên aştiyê gelek girîngin.
Ev êş û zehmetiyên şer niznain. Ne aştiyê fêm dikin ne jî dixawzin. Tevî her tiştî divê cidiyeta pêvajoyê bê dîtin. Ev pêvajo girînge. Berovajî vê wê civak ji kaosê xilas nebe.

⁣DOKUMENTER-Nirxandinên Rêbertî

Back to top button