“Armanca êrîşa li dijî Efrînê lewazkirina şerê QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê bû”

Rêveberiya Jinan a Reqayê derbarê salvegera 3.a êrişên li ser Efrînê daxuyaniyek da û teqezkirin ku êrişa dewleta Tirk bi armanca lawazkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di şerê li dijî DAIŞ’ê de bû.

Bi dehan jin li ber avahiya Rêveberiya Jinan a Reqayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Buseyne Şêx daxuyanî xwend û got:

Gelê herêmê dizanin ku Efrîn ji destpêka krîza Sûriyê de ji bo hemû gelên Sûriyê ku ji sûcên terorê û rejîma Sûriyê êş kişandibûn, hembêz kir.

Buseyne Şêx da zanîn ku êrişa dewleta Tirk a li dijî Efrînê bi armanca lawazkirina QSD’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bû.

Buseyne Şêx bang li hemû jinên Sûriyê kir ku di berxwedana li dijî dagikeran de, bi jinên Efrînê re bibin yek.

Back to top button