Dagirkeran ji gundê Mîrkan ê Mabata du sivîl revandin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji gundê Mîrkan ya Mabata 2 sivîl revandin, li navçeya Raco jî piştî standina 2 hezar û 400 Lêreyê Tirk sivîlek berdan.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyan ji gundê Mîrkan yê Mabata şêniyê bi navê Arif Osman Elo 67 revand.

12’ê Çileyê, çeteyan bi ser gund de girt û bi tewanên ne rast ew revand.

Heman rojê, jî çeteyan şêniyê binavê Ebidelqadêr Xelîl revand, heya niha jî çarenûsa her du sivîl ne diyar in.

Dagirkeran piştî standina pereyan sivîlekî ji navenda Raco berda

Li navenda Raco jî, beriya 35 rojan çeteyan şêniyê bi navê Xelîl Mihemed revand.

Rêxistinê diyar kir ku 13’ê Çileyê, çeteyan piştî standina 2 hezar û 800 Lêreyê Tirk tevî 400 dolar, ew berdan.

Navenda belgekirina binpêkirinan li Bakurê Sûriyê eşkere kir ku di nav de 4 zarok û 4 jin navên 25 sivîlên ku dagirkeran li Efrîn û Girê Spî revandine belgekirine.

Back to top button