Hevserokên HDP’ê yên Osmaniyeyê hatin girtin

Hevserokên HDP’ê yên Osmaniyeyê Kadriye Toren û Alî Coşkûn ji aliyê daraza Tirk ve hate girtin.

Hevserokên HDP’ê yên Osmaniyeyê Kadriye Toren û Alî Coşkûn di serdegirtinên malan ên meha Mijdarê de hatibûn binçavkirin.

Rêveberên HDP’î yên sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar kirin, bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.

Ji rêveberên HDP’ê yên Osmaniye Celal Aydin, Mehmet Yildirim, Osman Atîlla û Devran Demîr ên 4 Mijdarê di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin jî li ser fermanda dozger li emniyetê hatin berdan.

Back to top button