Li Kerkûkê bombeyek çandî bi karwanekî artêşa Iraqê ve teqiya ,2 leşker mirin

Li sinorê parêzgeha Kerkûkê bombek çandî bi karwanekî artêşa Iraqê de teqiya,di encama teqînê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

Şaneya Ragihandina Leşkerî ya Iraqê, di daxuyaniyek de ragihand di saetên êvarê de li gundê Pelkane ya girêdayî Kerkûkê bombeyek çandî bi wesayîtek leşkerî de teqiya.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di encama teqînê de du leşkeran jiyana xwe ji dest da, yek ji wan girêdayî rêveberiya polîsên neftê bû, yê din jî girêdayî tugaya Komando ya Mihwerê Bakur a Heşdî Şeebî bû.

Her wiha hate ragihandin di encama teqînê de 6 keşkerên din jî birîndar bûn.

Back to top button