Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çalakiyeke bêdeng û pêşandana şanoyekê li qada sûka navendî ya bajêr şermezar kir.
Bi dehan ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrik û dayikên aştiyê çalakiyê bûn .
Ciwanan Meclisa Malbatên Şehîdan kirasên taybet ên ji çekên kîmyewî diparêzin, li xwe kir û heta qada Şehîdan meşiyan.
Li qada şehîdan ciwanan şanoyeke bêdeng li ser bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayan pêşanda.
Şano di nav tilîliyên dayîkan de û silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.