Rêvebera Însiyatîfa Parastinê ya Hiqûqî Xedîce Derwîş, têkildarî belgekirina kirinên dewleta tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeyên wan ên di demên pêş de got:”Me gelek binpêkirinên derheqê qorbanên şer de belge kirine û wekî doz radestî dadgehên navneteweyî kirine.”
Ji bo belgekirina kirinên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Însiyatîfa Parastinê ya Hiqûqî hat avakirin.
Ev Însiyatîf pira di navbera qorbanên şer û dadgehên navnetewî de ye.
Têkildarî belgekirina kiryarên dewleta Tirk û projeyên Însiyatîfa Parastinê ya Hiqûqî ên di demên pêş de, Rêvebera Însiyatîfa Parastinê ya Hiqûqî Xedîce Derwîş, nirxandin kir.
Xedîce destnîşan kir ku wan dan û sitendin bi Desteyên Navneteweyî yên ku bi binpêkirina mafên mirovan ên li Sûriyeyê re têkildar in, kirin.
”Em ê bi jinan re li ser diyarkirina binpêkirin û cureyên wê bicivin”
Rêvebera Însiyatîfa Parastinê ya Hiqûqî Xedîce Derwîş dibêje:
“Em ê, bi jinan re li ser diyarkirina binpêkirin û cureyên wê, her wiha qanûna mirovahî ya navneteweyî û çawaniya belgekirina binpêkirinan, bicivin”.