Piştî ku duh Banka Navendî ya Lubnanê îflasbûna xwe ragihand, kompanya Dîloît eşkere kir ku 637 milyon dolarê başûrê Kurdistanê di wê bankê de bû hatine blokkirin û nema tên vegerandin.
Bi Îflasa banka navendî ya Lûbnanê re, hat ragihandin ku 637 milyon dolarê başûrê Kurdistanê ku di bankê de bûn hatin blokekirin’
Endamê Komisyona Darayî û Karûbarên Aborî li başûrê Kurdistanê Şêrko Cewdet derbarê mijarê de agahî da Rojnews..
Şêrko Cewdet di heman demê parlementere û derbarê mijarê de ev yek got:
“Ev pere hatiye blokekirin û Herêma Kurdistanê nema dikar vî pereyî vegerîne.
Dahata neftê li Herêma Kurdistanê ne şefafe û heta ev pere nehat blokekirin, haya kesî jê nebû.”
Ev yek ji wan gendelî, nelirêtî û bê planiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”
Derbarê çarenûsa vî pereyî de jî Şêrko Cewdet ev yek anî ziman:
“Ev pereyê Herêma Kurdistanê çû û nema tê vegarandin.”