Mûrat Karayilan: Xelkê Mexmûrê rûmeta gelê Kurd e

Fermandarê Biryargeha NPG’ê Murat Karayilan berxwedana gelê Mexmûrê ya li dijî hewldanên dorpêçê silav kir û banga, Hêvî dikin pirsgirêk bi diyalogê çareser bibe.
Murat got: Eger hikûmeta Iraqê û NY garantiya parastina gelê me bide, em amade ne wê koma xwe biçûk jî bikişînin.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê Mûrat Karayilan di bernameyeke Stêrk TV de mijarên di rojevê de nirxand.

Karayilan destpêkê behsa berxwedanda penaberên Wargeha Mexmûrê ya li dijî hewldanên dorpêçkirina kampê kir, berxwedana gelê Mexmûrê silav kir û ev tişt got:

“Beriya her tiştî sekna xelkê me yê Mexmûrê yê welatparêz û fedakar silav dikim.

Xelkê me yê Mexmûrê ji bo me di nava tevahiya gelê Kurd de semboleke, rûmeteke.

Mûrat Karayilan: Dewleta Tirk dixwaze Iraqê li ber dostên wê rake

Karayilan diyar kir ku hewldana artêşa Iraqê ya dorpêçkirina wargehê li ser daxwaza dewleta Tirk bûye û weha got:

Diyar e ku Iraq li ser daxwaza dewleta Tirk ketiye nava liv û tevgerê.

Lê belê divê Iraq lîstikên dewleta Tirk bibîne.

Dewleta Tirk dixwaze dora Iraqê vala bike.

Dewleta Tirk li ser Iraqê hesaban dike û dixwaze hikûmeta Iraqê bêrûmet bike, armancên xwe lê ferz bike, lawaz bike û bixe bin bandora xwe.

Mûrat Karayilan: Divê Iraq nebe leşkerê li ber destê dewleta Tirk

Mûrat Karayilan bang li Iraqê kir ku siyaseta dewleta Tirk a li dijî wê bixwe jî ferq bike û ev peyam da:

Dewleta Tirk li ser Iraq û Sûriyê hesabên xwe hene.

Lewma divê hikumeta Iraqê mejiyê Tirkê bibîne û nebe leşkerê li ber destê wan.

Bi gotina ‘Em ê avê ji bo we berdin, hûn jî Mexmûrê dorpêç bikin, Şengalê hal bikin’, daxwazên xwe li ser ferz dikin.

Ji ber vê yekê divê dewleta Iraqê li hemberî van kiryarên Tirkiyê hişyar be.

Xelkê me yê Mexmûrê jî got, pirsgirêkeke wan bi dewleta Iraqê re nîne.

Mûrat Karayilan: Hêvî dikin diyaloga navbera Iraqê û Meclisa Gel de biserbikeve

Karayilan li ser diyaloga navbera dewleta Federal a Iraqê û Meclîsa Gel jî ev tişt anî ziman:

“Em di wê baweriyê de ne ku diyaloga navbera dewleta Iraqê û meclisa xelkê me yê Mexmûrê wê bi ser bikeve û pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin.

Mûrat Karayilan: Eger Iraq û NY garangiya parastina Mexmûrê bidin, emê wê koma xwe ya biçûk vekişînin

Fermandarê Parastina Gel Murad Karayilan ji bo çareserkirina pirsgirêkê bang li NY û dewleta Iraqê kir û weha bi dawî kir:

“Eger dewleta Iraqê û NY sozê bidin ku wê gelê me biparêzin, ji bo me pirsgirêk nîne û wê kesekî bi tenê jî li wir nemîne.

Back to top button