Minbic-Konferansa 1. a Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbya bi encamnameyekê bi dawî bû

Konferansa 1’emîn a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya ku li Minbicê dest pê kiribû bi encamnameyekê bi dawî bû.

Konferans bi dirûşma “Bi têkoşîna jinên birêxistinkirî şoreşa xwe biparêzin û azadiya xwe bi dest bixin” li dar ket.

Di konferansê de endamên kombûnê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, amade bûn.

Derbarê kar û xebatên kombûnê, beşdaran nêrînên xwe parve kirin.

Endamên Desteya Rêveberiya Kombûnê ku hatin hilbijartin, sond xwarin.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû û xalên wê jî wiha ne:

  • Pratîk-kirina perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê azadiya jinan de.
  • Avakirina komîteyeke hiqûqî ya parastina mafên jinan ji bo amadekirina muzekereyekê li dijî dewleta Tirk a dagirker.
  • Lidarxistina dewreyên perwerdeyê.
  • Lidarixstina hemleyên hişariyê derbarê dozên jinan û civakê.
  • Meşandina têkoşînê heta pratîkkirin û erêkirina qanûnên malbatî.

Konferansa 1. a Kombûna Jinên Zenûbya ya Minbicê

Back to top button