Çalakiya greva birçîbûnê bi biryardariyeke xurt didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên dewleta Tirk di roja 186’an de dewam dike. Koma ji bajarê Bonnê ya Elmanyayê çalakiya Nobeta Azadiyê ya li bajarê Strasboûrgê dewrgirt. Jinên Kurd yên li Ermenistanê jî diyar kirin ew jiyaneke bê Rêber Apo qebûl nakin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê li girtîgehan ji bo azadiya Rêber Apo dayîn destpêkirin didome.

Bi dewrgirtina koma 38’emîn çalakiya greva birçîbûnê di roja 186’an de ye.

Çalakiya li Mexmûrê jî di roja 165’an de ye.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî di roja 148’an çalakiya xwe dewam dikin.

Koma ji bajarê Bonnê ya Elmanyayê Nobeta Azadiyê dewr girt

Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê di 25’ê Hezîrana 2012’an de Nobeta Azadiyê hatibû destpêkirin.

Çalakiya Nobeta Azadiyê di hefteya 467’an de didome.

Her hefte Kurd û dostên wan ên li Ewropayê tên nobetê werdigirin.

Vê hefteyê jî koma ji bajarê Bonnê ya Elmanyayê çalakiya li bajarê Strasboûrgê wergirt.

Jinên Kurd li Ermenistanê tecrîda ser Rêber Apo şermezar kir

Jinên Kurd li Êrîvanê paytexta Ermenistanê bi daxuyaniyeke çapemenî tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir.

Di daxuyaniyê de jinan gotin:

” Me bi saya Rêber APO xwe nas kir, ji ber wê jiyaneke bê Rêbertî em ê nepejirînin.

”Divê tecrîda li Îmraliyê bi bi dawîkirin”

Hevseroka HDP’ê ya Colemêrgê Sînem Seven diyar kir ku divê tecrîd û binpêkirina li Îmraliyê û hemû girtîgehan bidawî bibe û got:

Bi qanûna înfaza nû re, li hember girtiyên siyasî pêkanînên kêfî tên meşandin.

Yekane daxwaza me ev e ku tecrîda li Îmraliyê û li hemû girtiyên di girtîgehan de bi dawî bibe.

Back to top button