Kovan Kenho: Divê partiyên Kurd li dijî dagirkeriyê piştgiriya gel bikin

Li Rojava jî nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê zêde dibin.
Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê a li dijî êrîşan rexne kir û diyar kir divê partiyên kurd li ber dagirkeriyê rabin.

Bi berdewama êrişên hovane yên dewleta Tirk re, hikumeta Başûrê Kurdistanê û parlamentoya Başûr li dijî êrişên dewleta Tirk de bê deng in.

Derbarê vê helwestê Şênî û partiyên Siyasî bertek nîşan didin.

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Kovan Kenho ji ANHA’yê re diyar kir ku êrişên dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan li ser herêmên Kurdistanê ne tiştekî nû ye.

Kenho destnîşan kir ku mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, armanca sereke ji êrişên dagirkeriyê beşekî ji xaka herêma Başûrê Kurdistanê tev li xaka Tirkiyê bike,

Kovan Kenho piştrast kir ku tevî en êrîş ne rewa ne jî, hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê bê deng in.

Di axaftina xwe de Kenho bal kişand ser şêwazên PDK`ê li hember daxwaza kurdistaniyan û got:

“Gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê nema vê siyasetê tehemul dike û zilm û koletiyê qebûl nake û divê hemû partiyên kurdî destekê bidin gel.”

Back to top button