Solîn Osê jinek ciwan a wênexêze. Ew di tabloyên xwe de balê dikişîne li ser êş û berxwedana jin û zarok di koçberiyê de dikişînin. Solîn dibêje; “Bila malbat û derdor hêviyan ji bo pîşeyên zarokên xwe xurt bikin û li hezkirin û xeyalên wan guhdarî bikin, ger hêvî zindî be, teqez dê pêk were.”
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek jinên ciwan di beşa şêwekariyê de xwe bi pêş xistine û weke derfeteke girîng qezenc kirine ku pîşeyên xwe pêşkêş bikin.
Wênexêz di her tabloyê de peyamek didin civakê û xeyalên ku li benda pêkanînê ne radixin ber çavan.
Yek ji wan jî Wênexêz Solîn Osê ya 23 salî û ji bajarê Qamişlo ye.
Solîn di nava 9 salan de dikaribû gelek pêşketinan di aliyê xurtkirina pîşeya xwe ya şêwekariyê de bide avakirin.
”Bi îsrar û hezkirin ez gihiştim vê astê”
Wênexêz Solîn Osê di dawiyê de diyar kir ku bila malbat û derdor hêviyan di pîşeyên zarokên xwe de xurt bikin û li hezkirin û xeyalên wan guhdarî bin.