Gorên li Heskîfê jî wê di bin avê de bimînin

Ji ber Bendava Ilisûyê wê gorên 199 jîngehan di bin avê de bimînin, Hikumeta AKP’ê jî serlêdanên malbatan ên ji bo veguhastina goran bê bersiv dimîne.

Hat ragihandin ku gorên li hin deverên nizim di bin avê de mane ku dîroka wan vedigera beriya niha bi hezaran salî .

Her wiha serlêdanên malbatan ên ji bo veguhastina goran jî nayên bersivandin û bi henceta “gorên bêkes in” nayên veguhastin.

Malbatên ku daxwaziya veguhestina gorên xwe dikin, serî li şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amed û Êlihê dan.

Şaxên ÎHD’ê yên navborî jî, serî li dozgeriyên komarê dan lê heta niha bersiv nehatiye.

Piştî serlêdan pir bûne ÎHD’ê jî ji bo lêkolînkirinê şandeyek şand herêmê.

Tê payîn şande piştî lêkolînê raporekê amade bike.

Back to top button