Mudîriyeta Veguhastina Hundir diyar kir ku wê di demek nêz de jimara “Basên Gel” li bajarê Qamişlo zêde bike.
Destpêkê li bajarê Qamişlo 7 bas di xizmetê de bûn, lê niha Mûdîriyeta Veguhastina Hundir jimara basan zêde kir ku gihîşt 18 basan.
”Basên Gel” li ser xeta Hilêliyê, Kornîş û xeta nava bajêr ku ji taxa Qidûrbek, Enteriyê, Cûdî, Cumayê û heta bi gundê Um El-Fursan jî digere.
Ji rêveberên Mudiriyeta Veguhastinê a kantona Qamişlo Mihyedîn Derwîş diyar kir ku armanca zêdekirina basan li bajêr ew e ku qerebalixa trafîkê kêm bibe û kiriya çûn û hatinê li ser welatiyan sivik bibe.
Mihyedîn Derwîş ragihand ku wê basan ji bo xeta Girkê Legê û Dêrîkê amade bikin.
Di 27’ê Tîrmeha 2019`an de basên veguhastina hundir ang ”Basên Gel” li bajarê Qamişlo ketin xizmetê.
Her basek têra 22 kesan dike û nirxê her kertekê 25 lîreyên sûrî ye.