
Piştî şer û pevçûnên dijwar yên navbera Îsraîl û Filistênê û ragihandina agirbestê, lîderên Hamasê li Xezayê pêşwazî li Serokê îstixbarata Misrê Abbas Kamel kir.
Serokê Hamas Yehya Al-Sinwar li Xeza, Serokê istîxbarata Misrê General Abbas Kamel pêşwazî kir.
Piştî civînê, daxuyaniyek ji aliyê Berdevkê Hamasê Abdellatîf El-Kanu ve hate dayîn.
Abdellatîf El-Kanu diyar kir ku tevî agirbesta li gel Îsraîlê aliyan li ser gelek mijaran nîqaş kirine û balkişandine li ser girîngiya rola Misrê di misogerkirina yekîtiya gelê Filistînê de.
El-kanu got,
Serdana Serokê navenda îstîxbarata Misrê û nûnerê Serokê Misrê Abdel Fattah al-Siîsî, Ebbas Kamel, li Şerîda Xezayê gavek girîng a ji bo jinûveavakirin û baştirkirina mercên jiyanê li herêmê ye.
Hemasê jî Kamel û şandeya pêre bi keyfxweşî pêşwazî kir.