Generalê payebilind ê Amerîkî Mark Milley serdana bakur û Rojhilatê sûriyê kir. Hat ragihandin ku ev serdan bi armanca nirxandin xebata şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ye.
Serokê Serfermandariya Hevbeş a Amerîkayê, General Mark Milley, îro “Şemîyê” ji nişkan ve serdana bakur û rojhilatê Sûriyê kir.
Hat ragihandin ku serdana Mark Milley ji bo domandina erka bi salan ya şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û girtina tedbîrên ji bo parastina hêzên Amerîkî ji êrîşa ye.
General Milley got, ew bawere ku hêzên Amerîkî û hevalbendên wan QSD’ê pêşkeftinan di misogerkirina têkbirina domdar ya çeteyên DAIŞ’ê de çêdikin.
Milley ev şande bi ewlehiya Dewletên Yekbûyî û hevalbendên wê ve girêda û pêwîstiya misyona xwe anî ziman.