Rûspiyên navçeya Holê bi daxuyaniyekê, diyar kirin ku Koalîsyon û hêzên navneteweyî berpirsên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.
Bi dehan rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Holê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi tayîbet hedefkirina kampa Holê şermezar kirin.
Hate gotin ku dewleta Tirk bi hedefkirina kampa Holê dixwaze komkujiyan pêk bîne.
Rûspiyan diyar kir ku Koalîsyona Navneteweyî û hêzên navneteweyî berpirsên êriş û sûcên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.