Telal Mihemed: Armanca dewleta Tirk reşkirina berxwedana Kobanê ye

Serokê Partiya Aştî ya Demokratî ya Kurdistanê Telal Mihemed diyar kir ku armanca êrîşên qirkirinê yên li dijî siyasetmedarên Kurd û rêveber û şaredarên HDP’ê reşkirina berxwedana dîrokî ya Kobanê ye.
Mihemed destnîşan kir berxwedana Kobanê ji bo Erdogan bû dersek û hevkariya dewleta Tirk ya bi DAIŞ’ê re eşkere kir.

Serokê Partiya Aştî ya Demokratî ya Kurdistanî Telal Mihemed derbarê operasyona qirkirinê ya li dijî siyasetmedarên Kurd rêveber, şaredar û parlamenterên HDP’ê ku di 25’ê Îlonê de dest pê kir, ji ANHA’yê re axivî.

Telal Mihemed diyar kir ku armanca êrîşên qirkirinê reşkirina berxwedana dîrokî ya şervanên YPJ û YPG’ê ye li Kobanê û tunekirina nasnameya Kurd e.

Telal Mihemed diyar kir ku dewleeta Tirk bi van êrîşan dixwaze gelê Kurd bitirsîne û derbê li rihê berxwedan û têkoşînê bide.

Telal Mihemed bal kişand li ser destweredanên dewleta Tirk a dagirker yên li welatên derve û got, “Armanca destwerdanên ku Tirkiye li dewletên mîna Sûriye, Iraq, Lîbya û dewletên din ên li Rojhilata Navîn dike, ewe ku pirsgirêkên xwe yên hundirîn binixumîne.”

Telal Mihemed: Berxwedanakobanê hevkariya Tirkiyê û DAIŞ’ê eşkere kir

Serokê Partiya Aştî ya Demokratî ya Kurdistanî di dawiyê de diyar kir ku berxwedana Kobanê ji bo Erdogan bû dersek û piştigirî û hevkariya dewleta Tirk ya bi DAIŞ’ê re derxist holê û eşkere kir.

Back to top button