Besê Erzîncan: Yên ku herî zêde xwedî li Rêber Ocalan derket jin in

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan ji bo çalakiyên 10’ê Cotmehê ”Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî” banga tevlîbûnê kir û got:”Em ê yekîtî û têkoşîna azadiyê ya jinan bi hev re pêk bînin.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan li ser komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî, pêngavên KCK, KJK’ê û 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî ji ANF’ê re axivî.

Besê Erzîncan di destpêka axaftina xwe de komploya ku di 9’ê Cotmehê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir şermezar kir û got:

“Komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî, komployeke herî berfireh a cîhana serdest a mêr li dijî azadiya jinê pêk anî.

Di dîrokê de yekem car rêberekî şoreşa azadiya gel, azadiya mirovahiyê bi azadiya jinê ve girê da.

Yên ku di nava 22 salan de herî zêde li dijî komployê li ber xwe dan, herî zêde xwedî li Rêbertî derketin jin in.”

Besê Erzîncan: Pêngavên KCK û KJK’ê destwerdana li pêvajoya qirkirinê ye

Besê Erzîncan bal kişand ser pêngava ‘Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye’ ya KCK’ê û pêngava ‘Li dijî qirkirina jinan dem dema parastina jinên azad û civakê ye’ ya KJK’ê û got:

“Her du pêngav bi rengekî hevgirtî dimeşe, hêza herî dînamîk a vê pêvajoyê û ya herî zêde xwedî li van pêngavan derdikevin jin in.
Rojev û armanca bingehîn a van pêngavan bidawîkirina tecrîd û êşkenceya li ser Rêber Ocalan û azadkirina wî ye.”

Besê Erzîncan: Divê tevahî jin 10’ê Cotmehê dakevin qadan

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan destnîşan kir ku 10’ê Cotmehê ‘Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî’ ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re di asta navneteweyî de hate ragihandin û got:

“Jinên Kurd tevî jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê di nava pêvajoyeke afirandina şoreşa jinê de ne.

Em bang li jinên cîhanê hemûyan dikin ku 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Rêbertî ya Cîhanê bi xurtî beşdarî çalakiyan bibin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin.”

Back to top button