
Komîteya Lihevanînê ya Desteya Rûspiyên herêma Cizîrê, bi hevkariya Meclisa navçeya Dirbêsiyê, du malbatên ku di navbera wan de pirsgirêk heyî, li hev anîn.
Malbata Îbrahîm Hec Kermo û malbata Abdulwehab Hec Şêxmûs ji ber zeviyên çandiniyê zêdetirî 90 sale di navbera wan de pirsgirêk hebû.
Di merasîma lihevanînê de, PYD’ê, Dîwana Desteya Rûspiyên Êlan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kesayetên oldar, eşîrên herêma Cizîrê û hin aliyên din amade bûn.
Di merasîma lihevanînê de axaftin ji aliyê PYD’ê û Dîwana Desteya Rûspiyên Eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin kirin
Di axaftinan de, hate gotin ku ev lihevanîn dibe nîşane ku me xeta rast a biratiya gelan û jiyana hevbeş hilbijartî ye.
Piştre her du aliyan sipasiya hev kirin û merasîm bi lihevhatina her du malbatan bi dawî bû.