Malbatek di Kampa Girê Spî de, li benda zarok û vegera axa xwe ye

Kurekî Îbrahîm Mihemed ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve beriya 5 salan hat revandin û li ser wî tu agahî tune ne.
2 kurên wî yên din û biraziyê wî beriya salekê di êrîşên hovane yên dewleta Tirk li ser Girê Spî de bi birîndarî hatin revandin.
Îbrahîm ku niha di kampa koçberên Girê Spî de dimîne, li benda zarokên xwe û vegera li ser xaka xwe ye.

Salek di ser dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê re derbas dibe, lê birînên şêniyan hîna zindî ne û nehatine kewandin.

Bajarê Girê Spî û Serê kaniyê piştî dagirkirina dewleta Tirk bûye dojeh.

Ji ber êrîşên hovane yên dewleta Tirk bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndar bûn, her wiha gelek hatin revandin û agahî heya niha li ser wan tineye.

Yek ji van malbatan ku zarokên wan ji aliyê dagirkeran ve hatine revandin, malbata Îbrahîm Mihemed a gundê Şaxbê yê Girê Spî ye.

Ew û hevjîna wî Meryem Îdam Efendî piştî dagirkirina Girê Spî ji neçarî koçberî kampa koçberên Girê Spî dibin.

Îbrahîm Mihemed ev 5 sal e li pey şopa zarokê xwe yê ku çeteyên DAIŞ’ê revandiye, ketiye.

Îbrahîm Mihemed ku li bendê bû agahiyekê ji kurê xwe yê windayî bigire, bi êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Girê Spî re 2 zarokên wê hatin revandin, êş û birînên wî zêdetir bû.

Îbrahîm Mihemed kêliyên êrişa li ser mala wî û revandina zarokên wî, wiha vedibêje:

Îbrahîm Mihemed û malbata xwe di kampa koçberên Girê Spî de bi hesreteke mezin li benda vegera zarokê xwe ne.

Ev tenê çîroka malbatekê bû, bi dehan mîna van malbatan hene û li çarenûsa zarokên xwe digerin..

Back to top button