Di navbera rêveberiya Filistîn û Îsraîlê de peyamên gefxwarinê li hewayê difirin.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê bersiva gefa Serokê Rêveberiya Filistîn Ebbas ya salek dem dayî Îsraîlê da û got,
Bi dareke daketina wê zehmet ve hildikişe.
Ebbas di peyama xwe ya ji bo civîna Civata Giştî ya NY a 76. ku li New Yorkê pêk tê de axivî û ji bo Îsraîl dawî li dagirkeriya xwe ya li Filistînê bêne salek dem diyar kir.
Gantz jî têkildarî mijarê ji Qenal 13 a Îsraîlê re axivî û got:
Ebbas başe ku ji bo çareseriyê siyasî em vexwendin.
Lê bi hişyariya ji bo me kirî ew bi dareke ku daketina wî zehmete hilkişiya.
Derbarê egeriya hevdîtineke din a bi Ebbas re, Gantz ev tişt anî ziman:
“Ez ji bo aramî û mijarên ewlehiyê pê re axivîbûm.
Dema ku pêwîst bike ez dikarim careke din jî pêre bicivin.”
Gantz û Ebbas meha borî li bajarokê Ramallah ê Şerîa ya Rojava ya dagirkirî civiyabûn.