Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Iraqê Fazil Xerawî bang li hikûmetê kir ku dijî kêmkirina Tirkiyê ya ava çemê Dicle û Feratê bikeve nava tevgerê.
Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Iraqê Fazil Xerawî derbarê kêmkirina ava Firat û Dicleyê axivî.
Fazil Xerawî ragihand ku girtina ava çemê Dicle û Firatê binpêkirina mafê mirovan ê jiyanê ye.
Xerawî diyar kir ku ziyan li gelek berhemên çandiniyê bûye û wê ji ber kêmbûna avê bi milyonan zindiyên avî di rûbarê Dicle de telef bibin.
Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Iraqê Fazil Xerawî daxwaz ji hikûmetê kir ku ji bo para avê ya Iraqê ya ji çemên Ferat û Dicleyê serî li riyên yasayî bide.