Rojnameya Cumhuriyet: Kavilên yek zilam

Bi dehhezaran mirovên ku di bin kavilên avahiyan de, bi mîlyonan kes li ber sermayê ne. Çapemeniya hewzê sozên Erdogan ên ji bo mexdûrên erdhejê dabûn kirin manşet. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li herêmên erdhejê berdewam in. Bi hezaran mirov di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne.

Li gorî daneyên dawî, hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane 21 hezar derbas kir û zêdetirî 80 hezar jî birîndar e.

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin roj bi roj zêdetir dibe.

Di vê rewşê de, şûna ku çapemeniya hewzê rola banga rizgarkirina kesên di bin kavilan de bigre ser xwe, berpirsyariya desthilatê dide alî û bi manşêtên weke “Di dest de jiyan heye” diavêje.

Li gorî daneyan, tenê di sala 2022’yan de 9,3 milyar lîre bacên erdhejê hatin komkirin.

Li şûna xelkê rizgar bikin, serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan duh daxuyaniyek da û soza ku wê kiriya kesên malên wan hilweşiyan de bidin.

  • Mîllliyet

Rojnameya Mîllliyetê jî tevî ku zêdetirî 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane manşeta “Di dest de jiyan heye” avêt.

Di sermanşeta xwe de jî cih da sozên Erdogan ên ji bo kirê û veguhestinê.

  • Sozcu

Rojnameya Sozcuyê jî bi bîr xist ku îqtîdarê di nava 20 salan de 8 caran efûya îmarê derxistiye û bi manşeta “We ji bo pere û dengan efû kirin lê erdhej efû nake” avetin.

  • Cumhuriyet

Di vê navberê de, rojnameya Cumhuriyetê Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê rexne kir û bi manşeta “Rejîma ji bo bilez dayîna biryaran îflas kir: Kavilên Yek Zilamî” bal kişand ser rewşa têkçûyî.

  • Evrensel

Rojnameya Evrenselê jî di nûçeya xwe ya manşetê de diyar kir ku piştî erdhejê li gelek bajaran gorên komî hatine çêkirin û got: “Em terkî mirinê hatin kirin”.

  • Birgun

Di sermanşeta rojnameya Birgun de nûçeyên bi sernavên “Cenaze ji neçarî li berriyan tên sekinandin” û “Bêliyeqetiyê AFAD di bin kavilan de hişt” hatin avêtin.

  • Yenî Yaşam

Rojnameya Yenî Yaşam ê jî ev manşet avêt: “Bi milyonan kes li ber sermayê ne, bêhn ji cenazeyan tê, gel bang li her kesî dike: Em di bin kavilan de ne, seferber bibin”

Back to top button