Di encama Operasyoneke Hêzên YAT’ê li rojhilatî Dêrazorê li dijî şaneyên Daiş’ê, 2 çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.
Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya QSD’ê li ser operasyona ku hêzên wan ên Taybet “YAT” li Dêrazorê pêk anî, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:;
“Di çarçoveya têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê de, hêzên YAT’ê di 9’ê Sibatê de li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê, operasyonek pêk anî.
Operasyon bi hevkariya hêzên hevpeymana navdewletî pêk hat.
Hêzên me li navçeya El-Siwer a Dêrazorê agahî li ser şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê girtin û li cihê kombûna wê hat dorpêçkirin.
QSD: Di operasyona hêzên YAT de li Dêrazorê 2 çete hatin kuştin
Di bangawaziyên hêzên me de vê şaneyê gule li hêzên me reşandin û xwe radest nekirin.
Di encama bersivdana hêzên me de 2 çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxane hat desteserkirin.