Hêzên hikûmeta Şamê careke din bajarê Derayê bombebaran kir

Li Derayê, piştî ku aramî serwer bû, hêzên Hikûmeta Şamê careke din bajar bobmebaran kir.

i gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, hêzên Hikûmeta Şamê herêmên Dera El-Beled û Terîq El-Sed bombebaran kir.

Danûstandinên di navebera komîteya ewlehî ya Hikûmeta Şamê û rûspiyên bajarê Derayê heta niha negihaştine tu encamî, lê li gorî çavdêriya Sûrî, hatiye lihevkirin ku 130 kesî koçî herêmên Bakurê Sûriyê yên dagirkirî bikin.

Li aliyekî din, hêzên çekdar ên navxweyî hin leşkerên Hikûmeta Şamê ku li gel xwe dîl girtibûn, bi navbênkariya Rûsyayê ,berdan.

Ji ber rewşa şer, bi hezaran şêniyên Derayê koçberî herêmên bi ewle bûne.

Back to top button