Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, di teqînekê de ku li tax Teyî ya bajarê Qamişloyê pêk hatibû de du jin birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Asayîş) li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Sibeha roja Şemiyê 31’ê Tîrmehê, li taxa Teyî ya bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê du mayîn hatin teqandin. Di encamê de 2 jin birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn teqez dikin ku em bi baldarî li hemberî hewldanên derxistina fitneyan û têkbirina ewlekariya gelê me yê li bajarê Qamişlo û gundewarên wê dixebitin.
Ev kiryar me ji armancên me yên parastina milkên gelê me dûr naxe, berdêl çi dibe bila bibe em ji bo parastina gelê xwe bixebitin.
Em ê bi pey hemû şaneyên terorîst bikevin heta wan bigirin da ku ji ber van kiryaran cezayê xwe bistînin.”