KNK’ê 1’ê Gulanê li Karkerên Kurdistan û Cîhanê pîroz kir

KNK û TEV-DEM’ê bi boneya 1’ê Gulanê daxuyanî dan û ev Roja Têkoşîn û Piştgiriyê ya Karker û Kedkaran pîroz kir. Herduwan hêvî kir ku “pêvajoya Coronayê derbas bibe û karker vegerin karên xwe û mîna berê cejna xwe pêşwazî û pîroz bikin”.

Konseya Rêveber a KNK’ê bi boneya 1’ê Gulanê– Cejan Karkeran a Cîhanî– daxuyaniyek da û bi bîr xist ku bi têkoşîn, ked û xwêdana eniya kedkaran, 1’ê Gulanê kirine cejna xwe ya yekîtî, têkoşîn û piştgiriyê.

KNK’ê ev roj li kedkarên cîhanê, taybet yên Kurdistanê pîroz kir û got:

“1’ê Gulanê wekî cejn bi serê xwe, ked e, xwuhdan, hêz û enerjiya bîr û hizirî ya mirovahiyê ye.

Her sal kedkar û gelê me, cejna 1’ê Gulanê, bi coşekî mezin li meydanan pîroz dikir, lê mixabin îsal ji ber nexweşiya Coronayê ev yek ne pêkan e.

Lê çi dibe bila bibe, dikarin bi şêweyên cuda jî vê rojê pîroz bikin û daxwazên xwe yên azadî û wekheviyê bînin ziman.”

TEV-DEM’ê 1’ê Gulanê li Karkerên Bakur û Rojhilatê Sûrî pîroz kir

TEV-DEM’ê jî bi heman boneyê ev roj li karkerên Bakur û Rojhilatê Sûrî pîroz kir û da zanîn ku karker û kedkar çîna civakê ya herî zêde rastî zilm û çewisandina pergalên kapîtalîst têne, ye.

TEV-DEM’ê got:

“Li hember vê zilmê, karkeran xwe bi rêxistin kir û bi têkoşîna xwe, ev roj wek cejn bi dest xist.

Lê mixabin ev çîna kedkar, ji ber vîrûsa Coronayê îsal nikare cejna xwe pîroz bike.

Back to top button