Salih û El-Mişerî, beşdarî civînên Mexribê dibin

Ji bo gihîştina lihevkirineke dawî li ser postên bilind ên rêveberiyê, her wiha avakirina Meclîseke nû ya serokatiyê û avakirina hikumeteke nû, aliyên Lîbî sibe li bajarê Bûzinîqa yê Mexribê dicivin.
Li aliyekî din, li taxeke Terablusa paytext, şer bi çekên giran di navbera 2 komên çeteyan de rû dide.

Sibe ango yekşemê, aliyên Lîbî, careke din li bajarê Bûzinîqa yê Mexribê dicivin.

Li gorî çavkaniyan, serokê Parlemana Lîbî Uqeyle Salih û serokê Meclîsa Dewletê Xalid El-Mişerî, dê beşdarî van civînan bibin.

Ev civîn, ji bo gihîştina lihevkirineke dawî li ser postên rêvebirina welêt, her wiha ji bo amadekariyên ji civînên Cinêvê re, yên ji bo avakirina Meclîseke nû ya serokatiyê û hikumeteke nû, tên lidarxistin.

Di heman çarçoveyê de, çavkaniyên Lîbî ji rojnameya Şerq El-Ewser re eşkere kir ku artêşa niştimanî û hikumeta Wfîaqê, gihîştine lihevkirinekê, li gorî wê bajarê Sirtê dibe navendeke demkî ji bo desthilatdariya nû.

Çavkaniyan destnîşan kir ku aliyên şer dê ji bajêr vekişin û dê agirbesteke mayînde di navbera artêşê û hikumeta Wîfaqê de were ragihandin.

Li Terablusê, di navbera 2 komên çeteyan de şer rû da

Hemwextî van pêşketinên siyasî jî, li taxa Tacûra’ ya li Terablusa paytext, di navbera her du komên çeteyan El-Deman û Usûd Tacûra’ de, şerekî bi çekên giran rû dide.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Lîbî, di vî şerî de, kuştî û birîndar ji her du aliyan hene û rêyên sereke yên Terablusê hatine girtin.

Şandeya NY ji bo Lîbyayê diyar kir ku ev pevçûn, metirsiyê li ser jiyana sivîlan çêdike û banga rawestandina şer kir.

Rewşa li paytexta Lîbyayê pir aloz bûye, nexasim ku ji ber têkçûna rewşa jiyanî û qutbûna kehrebeyê, xwepêşandan li dijî hikumeta Wîfaqê berdewam in.

Back to top button