Hesen Koçer: QSD, YPG û YPJ’ê cîhan ji xeteriya DAIŞ’ê parast

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer ji televizyona me re axivî. Hesen Koçer dibêje:
“DAIŞ bi piştgiriya dewleta Tirk li ser lingan maye.
Ji ber wê divê hêzên NATO’yê li hember Tirkiyê xwedî helwest bin.”
Li ser xeteriya Kampa holê jî Hesen Koçer got:
“Kamp li ber teqînê ye û zarokên DAIŞ’ê li ser fikrê DAIŞ’ê tên perwrdekirin.
Divê koalisyon bi erka xwe rabe.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer der barê têkçûna dawî ya çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê bersiva pirsên televizyona me Ronahî da.

Hesen Koçer diyar kir ku 72 dewletên cîhanî nikarîbûn DAIŞ’ê têk bibin lê belê QSD, YPG û YPJ ev çete têkbirin û Sûriye di serî de, cîhan tev parastin.

Hesen Koçer: Heta Erdogan li ser desthilatê be wê daiş têk neçe

Koçer da zanîn dewleta Tirk niha li herêmên dagirkirî çeteyên DAIŞ’ê bi rêxistin dike û got:

“Heta piştgiriya dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re bidome wê DAIŞ têk neçe.”

Hesen Koçer: Ger Amerîka li hember Tirkiyê helwesta xwe zelal neke wê daiş têk neçe

Hesen Koçer balkişand ser helwesta hêzên NATO û Amerîka ya der barê Hevkariya dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re û ev got:

Hesen Koçer: Kampa Holê li ber teqînê ye divê koalisyon bi erka xwe rabe

Li ser xeteriya kampa Holê jî Koçer da zanîn ku jin û zarokên Kampê li ser fikrê DAIŞ’ê tên perwerdekirin.

Hesen Koçer:Divê barê DAIŞ’ê tenê li ser milê Rêveberiya Xweser neyê hiştin

Hesen Koçer bang li 72 dewletên ku di koalîsyona li dijî DAIŞ’ê de cih digirin kir ku barê dosyaya çeteyên DAIŞ’ê li ser milê Rêveberiya Xweser nehêlin, her dewlet welatiyên xwe bigirin û ev çete werin darizandin.

Back to top button