Serokwezîrê Yewanan Mîtsotakîs: Tirkiye her tim xwedî helwesteke êrişkar e

Di rojeva Parlamentoya Ewropayê de carke din binpêkirin û gefxwarinên Tirkiye bû rojev.
Serokwezîrê Yewnanîstanê Mitsotakis diyar kir ku Tirkiye bi domdarî êrişan pêk tîne û got:
“Deriyê me ji gefan re girtî ye, ji têkiliyên aştiyane re vekirî ye.”

Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mîtsotakis destnîşan kir ku êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ji bo Ewropayê xaleke veguherînê ye.

Kiryakos Mîtsotakis bê ku navê Tirkiye bêje, diyar kir ku divê pêşî li welatên li parzemînê yên ku hewla êrîşeke bi vî rengî bidin, bên girtin.

Mîtsotakis li Parlamentoya Ewropayê ya li Strasboûrgê axivî û got,

“Em îro deyndarê Ukraynayê ne.

Ji ber pêşî li her bûyerek biqewime ya ku alozkerên ji bo sibê dikarin teqlîd bikin girt.”

Serokwezîrê Yewnanîstanê destnîşan kir ku bi van gotinan mebesta wî “helwesta berdewam a êrîşkar a Tirkiyê ye”.

Kiryakos Mîtsotakis got, “Tişta ku ji me re lazim e ne vejandina xeyalên emperyalîst e” û destnîşan kir ku ew ê tehemûl neke ku serweriya xwe ya neteweyî û yekparebûna axa xwe winda bike.

Mîtsotakis anî ziman ku “deriyên wî ji gefan re girtî ne û ji têkiliyên aştiyane re vekirî ne” û careke din îşaret bi hiqûqa navnetewî kir.

Atîna û Enqere ji rewşa aloz ya li herêmê hev tewambar dikin.

Di van salên dawî de, di navbera her du welatan de li ser binpêkirina qada hewayî û çekdarkirina giravên li Deryaya Egeyê sûcdarkirinên dualî hene.

Mijareke din a sereke ya nakokî di navbera her du welatên endamên NATOyê de xebatên sondajê yên li Derya Spî ye.

Di daxuyaniya Yewnanîstanê ya roja Şemiyê de hat îdîakirin ku balafirên şer ên Tirk di meha Hezîranê de 760 caran qada hewayî ya wan binpê kirine.

Rayedarên Yewnanîstanê îdia dikin ku hejmara binpêkirinên qada hewayî yên bi vî rengî ji destpêka vê salê ve nêzî 4,000 e û ev bûyerên navborî binpêkirina serweriya wê ne.

Back to top button