Li Amerîka..Di 186 rojan de 317 êrişên çekdarî pêk hatin

Ji despêka salê ve êrişên çekdarî ji rojeva Amerîka der neketiye.
Her çiqasî qanûnên ji bo wergirtina çekan tên zehmetkirin jî lê rewşa heyî li ber çava ye.
Hema rojane êrişên çekdarî li wî welatî heye.
Rêxistineke Amerîka ragihand ku di 186 rojên îsal de, ji derveyî êrişkar 317 kes hatine kuştin.
Ev jî tê wateya di hefteyê de 11 kes rastî êrişên çekdarî hatine.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA)’yê her roj êrîşeke nû li êrîşên çekdarî zêde dibe.

Gun Violence Archive, katalogkirina bûyerên tundûtûjiya çekan li Amerîka ragihand ku îsal di 186 rojan de 317 êirşên biçek pêk hatiye.

Ev tê wateya ku ji derveyî êrişkar rojane 4 kes hatiye gulebarankirin.

Di nava hefteyê de jî 11 caran êriş pêk hatiye.

Duh di pîrozbahiya Roja Serxwebûnê de Robert E. Crîmo yê 22 salî li Highland Park a bajarê Illinoîsê gule li gel reşandin.

Di encamê de 7 kes mirin û 39 jî birîndar bûn.

Li bajarê Philadelphia ya eyaleta Pennsylvaniayê 2 polês û 8 kes di şahiya fîşekan a nefermî ya li Minneapolis a Minnesota de birîndar bûn.

Li bajarê Gary ê eyaleta Indiana, di encama êrîşa çekdarî ya li dijî şahiyekê de 3 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.

Her çiqasî rêvberiya Amerîka bi rêya qanûnan dixwazin, kirîna çekan zehmet bikin, lê heta niha nekariye encamê bigrin.

Tevî derketina qanûnên nû jî êrişên heyî zêdetir bûne.

Li welat bêtirî 390 mîlyon çek heye.

Ev jî tê wateya ku ji sedî 120 rêjeya çekan ya ji jimara welatiyan zêdetire.

Back to top button