Nûrî Mehmûd: Em gef û êrişên li ser herêmê cidî digrin dest

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd têkildarî gef û êrişên li ser herêmê ji televizyona me Ronahî re axivî.
Nûrî Mehmûd dibêje:
“Dewleta Tirk projeya demokratîk weke kelemê li pêşiya xwe dibîne, ji ber vê êriş dike.”
Berdevkê YPG’ê tekez kir hêzên leşkerî yên li herêmî amade ne heta dawî xaka xwe ji dijmin biparêzin. 

Berdevkê YPG Nûrî Mehmûd, beşdarî bernameya Bûyer a televizyona me bû û li ser gef û êrişên li dijî herêmê nirxandin kir.

Nûrî Mehmûd sedema gef û êrişên dewleta Tirk bi rewşa xerab a li hundirê Tirkiyê ve girê da û tekez kir ji ber aloziyên wê yên heyî, dewleta Tirk êrişî herêmê dike.

Nûrî Mehmûd: Dewleta Tirk projeya demokratîk weke kelemê li pêşiya xwe dibîne

Berdevkê YPG’ê dibêje:

“Dewleta Tirk projeya Demokratîk ku li herêmê hatiye avakirina weke binkeftina DAIŞ’ê dibîne, ji ber vê, êriş dike.”

Nûrî Mehmûd behsa civîna NATO’yê û peymana li Medrîdê jî kir û da zanîn ku Tirkiye tevlîbûna xwe ya di NATO de ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Nûrî Mehmûd: Hêzên me ji bo parastina xaka Sûriyê bi giştî ye

Berdevkê YPG’ê tekez kir ku QSD’ê ji bo parastina tevahî Sûriyê amade ye xak û gelê wê biparêze.

Nûrî Mehmûd hişyarî da ku ev gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rê dide DAIŞ ku jinûve xwe birêxistin bike.

Nûrî Mehmûd: Şerê gel ê şoreşgerî wê dagirkeran têk bibe

Dawiya nirxandina xwe Berdevkê YPG Nûrî Mehmûd behsa giringiya xweparastinê û şerê gel ê şoreşgerî di dema heyî.

Back to top button