Diyar e ku serokê Amerîkayê Joe Biden, di berdêla erêkirina endametiya Sêwd û Fînlanda ya NATO’yê, dixwaze balafirên F-16 ji bo Tirkiyê werin firotin.
Ji bo ev yek pêk were jî, pêwîstî bi erêkirina Kongresê heye.
Lê hêjmareke girîng a endaman li dijî vê yekê ne û dibêjin,
“Eger Tirkiye bibe xwedî van balafiran wê bi wan êrişî hevkarên Amerîka ên Kurd bike.”
Piştî hevkariya wê ya li gel Rûsyayê û bi taybet kirîna moşekên S-400, Amerîka helwesta xwe a li hemberî Tirkiyê guhertibû.
Di çarçoveya vê helwestî de, Tirkiyê ji projeya F-35‘an hatibû dûrxistin û daxwaza firotina balafirên F-16 jî hatibû redkirin.
Lê piştî aloziya ji ber endametiya NATO ya Swêd û Fînlandiyayê, eşkereye ku di helwesta rêveberiya Amerîkayê de hin guhertin pêk hatine.
Di berdêla erêkirina endamtiya van herdû welatan de, Serokê Amerîkayê Joe Biden 30’ê Hezîranê ragihand ku ew alîgire balafirên F-16 ji bo Tirkiyê werin firotin.
Biden diyar kir ku ji bo firotina balafiran, pêwîstî bi erêkirina Kongresê heye.
Têkildarî helwesta rêveberiya Biden, komeke ji endamên kongresê daxuyaniyek dan.
Endaman bi bîr xist ku Tirkiyê ti carî nebûye endameke NATO a pê bawerin û gotn, hevlabnediya wê ya li gel Amerîkayê jî bi goman e.
Di daxuyaniyê de îşaret bi vana xalan tê kirin.
Cezayên li ser Tirkiyê hê jî nehatine rakirin.
Hevkariya wê ya li gel dijminên Amerîkayê dewam dike.
Başe rêveberiya Biden xwe dispêre kîjan aliyan da ku balafirên F-16 bifroşe Tirkiyê.
Endamên Kongresê bi bîr xistin ku Tirkiyê destpêka sala 2022’an serweriya endamê NATO û Yewnanistanê binpê kir û gotin;
Enqere li hemberî Atînayê siyaseteke dijminane birêve dibe.
Hemû tevgerên Tirkiyê yên li dijî Yewnanistanê dij qanûnî ne û ti pêwendiya wan bi parastin û ewlekariyê re tine ne.
Eger daxwaza Biden bicih were, wê Tirkiyê bi balafirên Amerîka ji bo binpêkirina vê serweriyê werin bikaranîn.
Endamên Kongresê fikarên xwe yên êrişên Tirkiyê li dijî Bakurê Sûrî jî anîn ziman:
Serok-komarê Tirkiyê Erdogan eşkere ragihand ku ew ê dest bi tevgereke nû ya dagirkeriyê bike.
Armanca wî jî hêzên Kurdî ye.
li vir dimenê dewriyên qsd û amerka bidin.
Li Bakurê Sûrî hêzên Kurd mil dan milê Amerîkayê û şer kirin.
Eşkere ye ku eger Tirkiyê bibe xwediyê balafirên F-16, wê wan li dijî hevkarên me ên Kurd bikar bîne.
Di rewşeke wiha de nayê zanîn bê ka rêveberiya Biden Kurdan li hemberî van êrişan çawa biparêze.
Ji ber van sedema em ê her daîm li dijî firotina balafiran ji bo Tirkiyê rawestin.



