Joe biden: Em heyînên Rûsya yên hêjayî trîlyonekî radiwestînin

Serokê Amerîkayê Joe Biden cezayên der barê Rûsyayê de ragihandin û got:
“Em heyînên Rûsyayê yên bi qasî trîlyonek dolar radiwestînin.”
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî dibêje:
Em ê piştgiriya leşkerî bidin Ukranyayê.
Pentagonê jî ragihand ji bo parastina xeta Rojhilat ew ê 7 hezar leşkerî bişîne Almanyayê.

Bertekên tund li dijî vê êrişa Rûsya ya li ser Ûkrayna derdikevin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, têkildarî vê êrişê daxuyaniyek da.

Biden di daxuyaniya xwe de vê dibêje:

“Putin şer xwest, niha ew û welatê wî wê encamên vî şerî tehemûl bikin.

Em ê bendê deynin ber fînanseya artêşa Rûsyayê.

Min biryara jidandinê da û min bendine nû danîn.

Ez bi pêşengên G7’ê re axivîm û me li hev kir.

Em ê nehêlin Rûsya kar û barên xwe bi dolar, pound û yenê bike.

Em heyînên Rûsyayê yên hêjayî trîlyonek dolar didin rawestandin.”

Biden ragihand ku Amerîka wê hevalbendên xwe yên NATO’yê, bi taybetî rojhilatê Ewropayê biparêze û ragihand ku hêzên Amerîka wê beşdarî şerê li Ukraynayê nebin.

Pentagon: Em ê 7 hezar leşkerî bişînin xeta Almanyayê

Li aliyekî din Pentagonê jî bi daxuyaniyekê li dijî vê êrişê derket û helwest nîşan da.

Pentagonê ragihand ku heta niha artêşa Rûsya zêdeyî 160 mûşek avîtine Ukranyayê.

Ji bilî vê Berdevkê Pentagonê John Kirby diyar kir ku piştî şêwira serfermandarê welatên Almanya, Îtalya, Fransa, Brîtanya û Kanada wê Pentagonê ji bo parastina xeta Rojhilat 7 hezar leşkerî bişîne Almanyayê.

Emmanuel Macron: Em ê piştgiriya leşkerî bidin Ûkranyayê

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî têkildarî vê êrişê bi daxuyaniyekê bertek nîşan da.

Macron diyar kir ku Pûtîn bi zanebûn bijarteya şer hilbijart û ev got:

Weke Ewropa me biryar da em ji aliyê enerjî, binesazî, fînanse û derbên mezin li Moskow bixin.

Em ê bi alîkariya mîlyarek û 2 milyon euro piştgiriya alavên leşkerî bidin Ukraniyayê.

Şer hatiye ber derî û em ê rê nedin Rûsyayê.

Back to top button