Beriya demekê ji ber dorpêça li ser Şehbayê 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Bavê zarokekê ku jiyana xwe ji dest dayî dibêje ku hikûmeta Şamê û Heyva Sor a Sûrî berpirsên mirina keça min in. Her wiha banga vekirina lêpirsînê derbarê mirina keça xwe de û cezakirina sûcdaran kir.
Ji ber dorpêça hikûmeta Şamê ku li ser Şehba ferz kiriye û xemsariya Heyva Sor a Sûrî 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Ciwan Hisên ê ku zaroka wî Ciwana jiyana xwe ji dest daye derbarê bûyera mirina keça xwe û sedemên wê ji ANHA’yê re axivî.
Ciwan Hisên sedema mirina keça xwe bi dorpêça li ser herêmê û xemsariya Heyva Sor a Sûrî ve girê da û got,
Ciwan bang li rêxistniên hiqûqî kir ku derbarê mirina keça wî de lêpirsînekê vekin û berpirsên kuştina keça wî muhasebe bikin.
Ciwan Hisên siyaseta hikumetê li dijî kantona Şehbayê şermezar kir û bang lê kir ku dev ji kiryarên xwe yên derexlaqî berde.