Li Qamişlo cenazeyên 2 şehîdan bi girseyî hatin oxirkirin

Li Qamişlo û Şedadê cenazeyên Şehîdan hatin oxirkirin.

Li Qamişloyê cenazeyên şervanê YPG Dilbirîn Amed û şervanê QSD şehîd Demhat Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmekî girseyî hatin oxir kirin.

Şervanê YPG`ê Dilbirîn Amed 25`ê Cotmehê li navçeya Şedadê şehîd bû, şervanê QSD`ê Demhat Qamişlo jî 29`ê Cotmehê li Dêrazorê di êrişa komên çeteyan de şehîd bû.

Di merasîmê de kesên ku axivîn di şexsê her du şehîdan de hemû şehîdên Şoreşê bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan û parastina destketiyên wan dan..

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şêniyên Şedadê bi merasîmekî cenazeyê şehîd Elî Salih El Elî oxir kirin

Li Şedadê jî Cenazeyê şehîd Elî Salih El Elî ji aliyê şêniyên navçeya Şedadê li goristana şehîdan hate oxirkirin.

Elî Salih El Elî duh dema ku erka xwe pêk dianî ji aliyê şaneyan ve hatibû hedefgirtin û şehîd bibû.

Di merasîmê de kesên ku axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Şehîd bi dirûşmeyan hate oxirkirin.

Back to top button