YPG’ê ragihand ku şervanê wan Dilbirîn Amed (Hamdullah Toprak) di encama qezayekê de şehîd bûye.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê jî nasnameya şervanekî ku şehîd buye eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanê wan Dilbirîn Amed (Hamdullah Toprak) di 25’ê Cotmehê de li navçeya Şedadê di encama qezayekê de şehîd bûye.
YPG’ê li ser jiyan û têkoşîna şervanê xwe wiha got:
“Hevrê Dilbirîn bi destpêkirina Şoreşa Rojava re sînoran derbas kir û beşdarî xebatên şoreşê bû.
Ji sala 2014’an heta ku DAIŞ li gundê Baxozê ya Dêrazorê hat binxistin di gelek eniyan de têkoşînekê çalak meşand.
Hevrê Dilbirîn bi taybetiyên xwe yên dilnizm û fedakar dihat naskirin.”
YPG’ê di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Dilbirîn Amed
Nav û Paşnav: Hamdullah Toprak
Navê Dayikê: Selîme
Navê Bav: Mehmet Salih
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, 25 Cotmeh 2023
QSD: Şervanê me Dijwar Mudrîs Îsa ji ber qezayekê şehîd bû
Li aliyê din Navenda Ragihandinê ya QSD’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Dijwar Mudrîs Îsa di encama qezayekê de şehîd bû û nasnameya wî eşkere kir.
QSD’ê di daxuyaniyê de balkişand li ser tekoşîn û berxwedana Şehîd Dijwar û wiha got:
“Şervanê me Dijwar di qezayeke berê de li Kobanê birîndar bûbû, şehîd bû.
Hevalê me Dijwar weke şevranekî berxwedêr tevlî operasiyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê û berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirkiyê a dagirker bû û bi roleke sereke rabû.”
QSD’ê ji gel û malbatên şehîdan re sersaxî xwest û soza domandina rêya şehîdan heya serketinê da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Awaz Çiya
Nav û paşnav: Dijwar Îsa
Navê dayikê: Xanim
Navê bav: Mudris
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê/1994
Cih û dîroka şehadetê: Nexweşxaneya Minbic-27′ê Comteha 2023′yan.”



