Şerê Îsraîl-Hemasê: Xeza dibin bombardûmanê de ye

Xeza di nava dumanê de maye.
Îsraîlê oparasyona bejahî ku ev demeke dibêje wê pêk bîne, despê kir.
Ji ber qutbûna peywendiyên agahî ji herêmê nayên girtin.
Hemasê jî ragihand ku çekdarên wan li dijî artêşa Îsraîlê şer dikin.
Ev oparasyon piştî banga NY ya ji bo agirbesteke mirovî li Xezayê hat.

Ti nîşaneyek wê şerê navbera Îsraîl û Hemasê di demek kin de biqede xuya nake.

Artêşa Îsraîlê di warê bejahî de derbasî Xezayê bûn

Artêşa Îsraîlê operasyona bejayî ya li dijî Xezayê dest pê kir.

Ji ber qutbûna girêdanên ragihandinê, di herikîna agahîyan de ji herêmê pirsgirêkên mezin derdikevin.

Baskê çekdarî yê Hemasê Tûgaya Ezedîn El Qesam jî ragihand ku çekdarên wan bi Îsraîlê re di nava şer de ne.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku jimara kesên ji ber êrişê jiyana xwe ji dest dayîn derket, 7 hezar û 703’an.

Ji van bêtirî 3 hezar û 500 jê zarokin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî jî şevê din di daxuyaniya dayî de, ragihand ku operasyona bejayî ya li dijî Xezeyê wê berfirehtir bibe.

Di heman saetan de bomberdûmaneke dijwar li ser Xezeyê hat kirin.

Hat diyarkirin ku êrîş ji yên berê girantir in û bi piranî bi bombeyên ji hewayê tên avêtin pêk hatiye.

Îsraîlê dîsa bang li kesên li Xezayîyan kir ku ber bi başûrê bajêr ve biçin.

Dema ku bomberdûman dewam dikir, Şîrketa Telekomunîkasyona Filistînê Paltel, da xuyakirin ku li Xezayê xizmetên telekomunîkasyon, ragihandin û înternetê bi temamî hatine rawestandin.

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas jî ragihand ku peywendiya wan bi hin hempîşeyên wan yên Filistînî yên li qadê re qut bûye.

Nûçegihanên BBC jî ragihandin ku peyamên WhatsAppê ku wan ji çavkanî û nasên xwe yên li Xezayê re şandine, nehatine wergirtin.

Ji NY’ê bang, ji Îsraîlê red

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûmeya biryara agirbesta mirovî ya li Xezayê pejirand.

120 welat piştgirî dan pêşnûmeya qanûnê, 14 welat jî li dijî wê derketin.

45 welat beşdarî dengdanê nebûn.

Îsraîl biryara NY ya ji bo “agirbesta mirovî” ya li Xezeyê red kir û got;

Ew ê parastina xwe bidomînin.

Bîlançoya kuştiyan giran dibe, alîgir daxuyanî didin

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku li bakurê Xezayê 150 hedefên di binê erdê da xistine û fermandarekî payebilind ê Hemasê jî hatiye kuştin.

Fermandarê Îsraîlî da zanîn ku bi şev nêzî 100 balafirên şer Xezayê bombebaran kirine.

21 Roj ji şerê Îsraîl û Hemasê: Ji herdu aliyan nêzî 8 hezar û 500 kuştî hene

Back to top button