Artêşa Îsraîlê li Şerîeya rojava 3 Filistînî kuştin

Li bajarê Nablusê yê Şerîeya Rojava di navbera hêzên Îsraîl û Filistînî de şer derket. Di encamê de 3 Filistînî hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku 3 çekdarên Filistînî yên ku ji wesayîtekê gule berdan leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlî jî ragihand ku wan 3 kesên ‘çekdarên Filistînî ne’ kuştine.

Her wiha hate îdiakirin ku di wesayîta çekdaran de 3 çekên M-16 û alavên din hatin dîtin desteserkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî piştrast kir ku 3 Filistînî hatine kuştin.

Ev aloziya li Şerîeya Rojava salek e her gurtir dibe.

Ji serê salê ve bêtirî 150 Filistînî li Şerîeya Rojava hatin kuştin.

Ev dane di deh salên dawî de rêjeya herî bilin e.

Di nava kesên hatine kuştin de, komên çekdar jî hene lê piraniya wan sivîlin.

Li aliyê din îsal di şer û pevçûnên derketîn de, 25 Îsraîlî jî hatine kuştin.

Back to top button