Şaredariya gel a bajarê Kobanê dest bi çêkirina riya kiriye

Li Kobanê şaredariya gel a bajarê kobanê dest bi çêkirina riyan kiriye.

Di nav bajarê kobanê de riyên ku berê ziftkirî bûn kêmek xerab bûne, niha şaredarî wan sererast dike.

Hijmara riyên di nava bajêr de hatine sererastkirin bi qasî 10KM bi dirêjî ye.

Ev li ser asta bajêre û hîn li gorî pirojeya wan wê tevahî tax werin sererastkirin.

Ne tenê li bajêr rê tê çêkirin, riyan di navbera kobanê û gundê Elî-Şarê de ku demekî dirêj xerab e, niha şaredarî wê riyê zift dike.

Dirêjahiya vê rêkê 8-KM heya û wê 10 rojan bi dawî bibe.

Şêniyên ku rê bikartînin, kêfxweşiya xwe tînin ziman.

Li gel van riyan, şaredariya navçeya şêran û til xezalê ew jî bi dirêjahî 10-KM wê werin çêkirin.

Beriya bi dawîbûna demsala havînê wê piranî rê werin sererastkirin.

Back to top button