Komîteya Sînema ya Avrîn amadekariya lidarxistina Mihrîcana Lêlûn dike

Komîna Sînemayê ya Avrîn a Çand û Hunerê ya Efrînê amadekariyên lidarxistina Mihrîcana Lêlûn a Sînemayê li Rojavayê Kurdistanê dike.

Endamê Rêveber ê mihrcanê Mesûd Kirad diyar kir ku mîhrîcan wê di 21ê Îlonê de were lidarxistin û wê zêdeyî 150 dewletên cîhanê bi rêya fîlmên xwe tev li mîhrîcanê bibin.

Kirad eşkere kir ku hejmara fîlmên ku heta niha hatine şandin, gihaşt 2 hezar û 73’an.

Li gorî Mesûd Kirad, ev nêzî meh û nîvekê ye ku ew amadekariyên lidarxistina mîhrîcanê dikin.

Ji van her 2 hezar û 73 fîlman, wê 58 fîlm bi qasî hejmara rojên Berxwedana Serdemê ya Efrînê werin hilbijartin.

Back to top button