ENDAMÊ HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN CEMAL EHMED HAT OXIRKIRIN

Piştî eşkerekirina nasnameya şehîd, bi dehan şêniyên Serê Kaniyê cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Roj wergirt û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û berxwedana ku QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî çeteyan nîşan didin, pîroz kirin.

Dawiyê cenazeyê şehîd di nav sloganên “Şehîd namirin” de hat oxirkirin.

 

HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN NASNAMEYA ŞERVANEKÎ XWE EŞKERE KIR

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe eşkere kir.

Hêzên Ewlekariyê diyar kir ku 18’ê Tebaxê endamê rêveberiya wan Cemal El-Ehmed dema li ser erka xwe bû li Reqayê şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbata şehîd û gel re xwest û soza parastina destkeftiyên gel nû kir.

Li gorî daxuyaniyê Nasnameya şehîd wiha ye:

Cemal Setam El-Ehmed, li Serê Kaniyê ji dayik bûye, 18’ê Tebaxa 2019 li Reqayê şehîd bû.

Leave a Reply

Back to top button